Henan Cefer bi rêya “Dayika Dilmayî” çîrokên Efrîniyan vedibêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvanê Kurd Henan Cefer ê ji herêma Efrînê pirtûkeke çîrokan a bi navê “Dayika Dilmayî” çap kir.

Pirtûka “Dayika Dilmayî” a nivîskar Henan Cefer ji aliyê weşanxaneya Na ve hatiye çapkirin û wêneyê bergê yê jî yê şêwekar Ehmed Qilêç e.

Nivîskar Henan Cefer li ser vê berhema xwe ya nû ji K24ê re got: “Dayika dil mayî pirtûkeke çîrokan e, li ser rewşa niha ya herêma Efrînê ye. bi gelemperî li ser rewşa xelkên gundî û li bajêr dipeyve, hûr hûr dikeve nava parsûya êşa li herêmê û çawa grûpên çeteyan wan bi pîlan ji herêmê dûr dixin, zorê li wan dikin, yê ku direve, yê ku koçber dibe û yê dimîne jî bi zorê xwe dimeşîne û kiryarên wan êtir dikin.”

Herwiha got: “Çîrok nîşan didin ku çawa komên çeteyan kiryarên sînorên mirovtiyê dibirin û bê rêdan dikevin malan, bêyî ku ti tişt ji dest xelkê resen ê herêmê dernayê, tevî ku ew dixwezin bi şêwekî asayî bijîn, lê derfetan li rê nabînin, hemû bi hêvî ne dawiya tunelê bi ronî be, wê lomê jî êtir dikin.”

Nivîskar Henan Cefer da zanîn jî, “Pirtûka Dayika Dilmayî bi berferehî rewş û rola a jin û dayikan şirove dike ku xwe û mala xwe biparêze û êşa penaberiyê dinoşe ku rojekê li hev kom bin.”

Henan Cefer sala 1967an li gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê jidayik bûye, asta seretayî li gundê xwe xwendiye û piştre xwendina xwe li bajarê Helebê qedandiye û derçûyê Peymangeha Pîşesazî ye. Ji sala 2016an ve ji ber rewşa şer a Helebê bi neçarî koçberî Tirkiyeyê bûye û niha li bajarê Stenbolê dimîne.

Helbestvan Henan Cefer ji sala 1984an ve dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û sala 2022an yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Hêviyên Baskoyî” çap kir.