Tirkiye: Di heftiyekê de 58 çekdarên PKK û YPGê hatin kuştin

Zekî Akturk
Zekî Akturk

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê radigehîne ku, di dema heftiyekê de 58 çekdarên PKK û YPGê kuştine û li ser berdewamiya operasyonan jî rijd in.

Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftiyane de ragehand, “Di dema heftiyekê de di operasyonên berdewam de, 58 çekdarên PKK û YPGê hatine kuştin.”

Zekî Akturk herwesa tekez li ser berdewambûna operasyonan jî kir, bi wê niyetê ku li ser nehêlana PKK û YPGê ji çavkaniyên wan rijd in.

Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê amaje jî da, “Ji destpêka îsal heta niha du hezar û 107 terorist ji çalakiyan hatine rawestandin.”