Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê: Divê piroseya hilbijartinan dûrî binpêkirinan bê kirin

Mesrûr Barzanî û Elbrus Kutrashev
Mesrûr Barzanî û Elbrus Kutrashev

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 30.09.2024) pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê û dawî pêşkeftin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq û deverê li hev guhertin.

Di pareke din a danûstandinan de, behsa amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin. li dû wê ragehandinê, tekez li ser giringiya wê piroseyê di rewşeke aram û dûrî binpêkirinan de hat kirin.”

Pêdivîtiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.