Li Kurdistanê 500 hezar karmend di projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya Hejmara Min belav kir, li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê 500 hezar karmend hatine tomarkirin û niha ew xwediyên hesabên bankê ne.

Projeya Hejmara Min îro 16ê Îlonê ragihand, li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê 500 hezar karmendên di Projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin.

Diyar kir jî, armanc ew e ku di demek nêz de ji zêdetirî 1 mîlyon karmendê sektora giştî re hesabên bankê were vekirin.

Projeya Hejmara Min yek ji projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dayîna mûçe û bihêzkirina darayiya sektora giştî ye.

Armanca pirojeya Hejmara Min ew e ku heta dawiya îsal hesabên bankê ji zêdetirî milyonek karmendan re bê vekirin û bi vî awayî sektora bankî û aboriya Herêma Kurdistanê baştir bibe û tora amûra rakêşana diravan li hemû navçe û bajaran berfireh bibe.