Kesayetiya niştimanperwer û nivîskar Bilal Hesen koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiya niştimanperwer û Nivîskarê Kurd ê ji Efrînê Bilal Hesen (Çolbir) duhî 20ê Îlonê di 91 saliyê xwe de li Almanyayê koça dawî kir.

Nivîskar Bilal Hesen sala 1933’an de li gundê Xilalka yê Efrînê jidayik bû, ji ciwaniya xwe ve tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê bû û bi navê (Lehengê Newrozê) tê nasîn.

Bilal Hesen pirtûka “Pîr û Pendî” a pendên kurdî nivîsiye û tê de zêdetir ji 20 hezar pendê kurdî parastiye, ligel ferhengokeke kurd biçûk, û pirtûka “Herwiha Heft ji hejmarên hêzdar” jî çap kirine.

Nivîskar Bilal Hesen ji sala 2004an ve li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên wêjeyî û çandî dikir û di sala 2013an de Xelata Cegerxwîn wergirtbû.