Li Diyarbekirê Xwarinageha Gel bi erênî tê pêşwazîkirin

Diyarbekir (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, tam û pêbawer pêşkêşî welatiyên xwe bike, sepana Xwaringeha Gel pêk tîne. Li kolana Hunerê ya navçeya Yenî Şehîrê di xwaringeha ku rojane hezar kes dikare lê xawrine bixwe dê 4 cureyên xwarinê bên dayîn.

Li Tirkiyeyê jî wek her derên cîhanê helawsen her ku diçe zêde dibe. li Diyarbekirê welatî bi malbatên xwe re wek salen berê nikarin li derve xwarinê bixwin. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku xwarinên erzan pêşkêşî gelê bajêr bike, Projeya Xwaringeha Gel dimeşîne. Di menûyê de 4 cureyên xwarinê hene u her roj di navbera saet 12.00-17.00an de vekirî ye. Xwaringêha Gel wê her roj xizmetê bide hezar kesan.

Welatî Bariş Fidan: “Baş e, ji xwe gel di tengasîyê de ye. Gel dixwe lê kar di dest de tune. 70 lîre baş e, herkes dikare bixwe. Yek birçî namîne. Tu doner bistînî 70 lîre 100 lîre ye. Vir ser xêrê be. Ev fikra kî be xwedê ji wan razî be.”

Welatî Ahmet Kaçmaz: “Cîhên wiha hewce ye ku li her derê vekin. Em nikarin li xwaringêhin din xwarin bixwin. Yek mîrov here xwaringehêk 400 lîre 500 lîre dide. Ev xwaringeh ji me u gelê me re pir başe. Hevce ye li gelek cihên din ev xwaringeh vekin. Gel ji xwe re bi dıl kî rehet tê dixwe, pakıje. Ev tengasî naye kişandin.”

Welatî Serdar Polat: “Gelek sipas dikim ji bo şaredarîyê. Cîhe ki wuha çêkirine başe. Xwarinê wî xweş e.”

Welatîyên Diyarbekirê jî ji bo vê gava şaredarîyê gelek keyfxweşin. Hevîya wan ew e ku Xwaringeha gel bandoreke erênî li ser bazara xwarinê jî bike û bibe wesîle ku bihayên xwarinan erzantir bibe.

Welatî Abdurrahim Gulen: “Cihekî wiha vebûya pir baş e. Ji mîrovên ku di tengasîyêde ne ji wan re dibe alîkarî. Ev xwaringeh wê pir kar bike. Pir baş e.”

Welatî Mehmet Alî Keskîn: “Me çar cure xwarin xwar, 70 lîre. Pir erzan bu. Baş bu. Kî vekirîye xwedê jê razî be. Li cîhê din 400, 450 lîre ye. Ji bo mîrovên teqawîd bune pir baş bû.”

Welatî Tahsin Uyan: “Esnafên Dîyarbekir piştî pandemîyê de ber bi kapîtalîzmê de çu. Her roj buhayên zêde dikirin. Buhayên doner kî biçûk her roj 10 lîre zêde dibû. Di hefte kî de buhayên her tişt 5 kat bilind dibû. Ev esnaf wek pê didan ser frênê u ne disekînîn. Daxwaza me ji Şarediyarîyê ev xwaringeh li gelek taxa vekin. Gelek tiştek xweş e, ez kêfxweş im. ev xwaringeh tene nebe.”

Enflasyon her ku diçe zêde dibe le bandora enflasyonê li ser xwarinê gelek zêde ye. Li Diyarbekirê 4 curên xwarinê ji 300 lîre de dest pê dike. Le li Xwaringeha Gel ya Şaredarîya bajarê Mezin a Diyarbekirê 4 curên xwarinê 70 lîre ye.