Di êrîşê Israîlê de 22 penaberên Sûrî li Libnanê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê de, 22 penaberên Sûrî hatin kuştin ku ji nava wan keçeke Kurd a Efrînî hebû.

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê li Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de, Îsraîlê duhî 23ê Îlonê bombebarana herî tund a asmanî li ser Libnanê pêk anî.

Îsraîlê duhî bi tundî gelek deverên başûrê Libnanê kirin armanc. Desthilatên Libnanê jî diyar kirin, di encama êrîşan de 492 kes hatin kuştin ku ji wan 35 zarok bûn.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê de, 22 penaberên Sûrî li navçeyên cuda ên Libnanê de hatin kuştin.

Rewangehê diyar kir, ji nava kuştiyan 6 kes ji malbatek ji gundewarê Idlibê, 5 kes ji malbateke Dêrazorê, 3 kes ji malbateke Girê Sipî û keçeke Kurd a Efrînî hebûn. Herwiha hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gorî amarên Rewangehê, heta niha 56 penaberên Sûrî heya li Libnanê di êrîşên Israîlê de hatine kuştin û 21 penaberên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, wan di 24 demjimêrên borî de 1300 armancên Hizbullahê bombebaran kirine û hejmarek mezin ji çekdarên wê mîlîşyayê kuştine.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî di daxuyaniya xwe ya cuda de got: “Di vê rojê de me bi dehhezaran mûşek û cebilxaneyên hûr ên Hizbullahê ji xizmetê derxistin.”