Mesrûr Barzanî: Bernameya PDKê cihê hêviya xelkê Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 5ê Cotmehê li bajarê Dihokê bi hejmarek veberhêner, pîşewer û karsazan re civiya û ragihand, “Ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê, gelek bername û plan hatin danîn, lê bi ser neketin.”

Cîgirê Serokê PDKê got: “PDK di serdema xebata xwe ya destpêkê heta niha, her demê sîwan bûye bo komkirina hemû ramanên cuda yên Kurdistan û partiyeke neteweyî û niştîmanî bûye, tevahiya nêrînên cuda di nav PDKê de cihê xwe dibînin, PDK di bin serokatiya Barzanîyê nemir de heta îro, rojekê jî dest ji mafên gelê Kurd bernedaye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “PDK di dîroka xwe de gelek destkeftî ji bo vî gelî û saziyê bi dest xistiye, şikur ji Xwedê re, niha kesek serkêşiya wê partiyê dike ku em hemû pê serbilind in û di bin serokatiya Serok Barzanî de destkeftiyên wê hene û înşalah dê serkeftinên mezintir bidest kevin."

Herwiha got, “Em naxwazin tenê behsa dîrokê bikin, lê dema em behsa dîrokê dikin, bo wan ciwanan ku dibe beşek ji wan di nav wê dîrokê de jiyana nekiribin, ta ku ciwanên me jî bizanin ku ew Kurdistana ku îro dibînin, berhemên xebata şehîdan û Pêşmergên me yên qehreman û berxwadana gelê Kurdistanê ye ku PDKê serokatiya wê dîroka dûr û dirêj kiriye, ji ber vê yekê her kesê ku pêşbînî dike ku ji bo berjewendiya şexsî yan jî ji bo berjewendiya partiya xwe dikare vê rewşê têk bibe, divê bizane ku xwediyên vî welatî hene, xwediyên vî welatî gelê Kurdistane û parêzvanên vî welatî pêşmergeye û Serok Barzanî ye.”

Amaje bi wê jî kir, “Destkeftiyên me di her warî de gelek in, ne tenê di berxwedan û parastina namûs û rûmeta milet û axa xwe de, ger hûn temaşe bikin, her cihekî ku PDKê lê bûye, li wir avedanî hebûye, her cîhekî ku PDKê serokatiya wê kiriye, dibînin ku bi ewlehî û aramiya welatê me jî hebûye.”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Gelek alî din niha gelek sozan didin û gelek sloganan bilind dikin, lê di demên tengasiyê de me ew nedîtibûn û li tu cihan nedihatin dîtin, dema ku DAIŞ hat, dema ku êrîşî Kurdistanê kirin, me ti kes li gel xwe ne li Pirdê û ne jî li Sihêlê nedît, me ev qeware bi tenê parast û dema pêwîst bike, em amade ne ku em vê qewareyê biparêzin.”

Cîgirê Serokê PDKê got, “Eger mirov li siloganên partiyan binêre, tenê PDK behsa serkeftin, berxwedan û jiyana hevbeş dike. Diruşmên partiyên din têkbirina rewşa Herêma Kurdistanê ye, ti aliyekî din bêyî PDK ti carî nekarîn tiştekî ji bo milet bidest bixin.”

Herwiha got: “Hemû alî dixwazin PDK rawestînin û rê li ber aramî û xweşiya Kurdistanê bigrin, lê bi piştevaniya gelê Kurd û dengê gel, PDK dê li ser avedanî û pêşketina Herêma Kurdistanê berdewam be. PDK çi diruşme û çi sozê bide, wê bi cih tîne.”

Amaje bi wê jî kir: “Bernameya PDKê cihê hêviya xelkê Herêma Kurdistanê ye. Eger gel ji me nerazî be, divê em bizanin çima, sedem çi ye û guh bidin daxwazên wan. Eger kêmasî û pirsgirêkên me hebin û em di nav xwe de çareser bikin, PDK ne tenê wê biser bikeve, wê bi awayekî ku her dijminekî şok bike, biser bikeve.”