Berevaniya Asmanî ya Iraqê: Drona li Kerkûkê hatiye xistin a Tirkiyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê ragihand, drona li Kerkûkê hatiye xistin, ya Tirkiyeyê ye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê gotibû, îro derdora demjimêr 23:00’an dronek li Kerkûkê hate xistin. Parçeyek li kolana Qudisê ya taxa Tishîn, yek li hewşa malekê û yek jî li taxeke din a Kerkûkê ket.

Cîgirê Serokê Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê Lîwa Ebdulselam Hemûdî ji K24ê re got, drona li Kerkûkê hatiye xistin, ji cureya “Anka” ya Tirkiyeyê ye.

Lîwa Ebdulselam Hemûdî da zanîn, ew dronê ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî asmanê Kerkûkê bûye û ji Berevaniya Asmanî ya Federal destûr negirtiye, lewma wan ew xistiye xwarê.

Heriwha diyar kir, ji encama xistina dronê karkerek birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Herwiha ziyan jî gihîştiye mala welatiyekî.

Heta niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derbarê xistina vê dronê de, ti daxuyaniyeke fermî nedaye.