Seîd Cirdo: Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde xizmeta Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lalişê amajeyê dide, “Biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe jî di xizmeta civaka Êzidiyan û pêkhatên din ên Kurdistanê de ye, bi awayekî ku ew biryar birînên wan çare dikin.”

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lalişê Seîd Cirdo îro (Yekşem, 04.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Alîkarîkirina rizgarbûyiyên destê DAIŞê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, ji bo çareseriya birîna jenosîd û êş û azarên wî xelkê azar ji destê DAIŞê dîtî pêngaveke pîroz e.”

Seîd Cirdo herwesa got, “Ji bilî alîkariya darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vekirina navendeke çareseriya derûnî jî ku xelkê şareza jê re dabîn kiriye alîkariya Êzidiyan kiriye, tevî derfetên karî û baştirkirina jiyana wan.”

Navbirî amaje jî da, “Biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo zarokên Êzidî, ku li ser dema DAIŞê ji xwandinê hatine veqetandin, ew e ku vebigerin ser xwadinê û xwandina xwe temam bikin. Herwesa li zanîngeh û peymangehan jî xerciya xwandinê jê re dike, bi wî awayî jî Êzidî bi çavekî ron temaşeyî paşeroja xwe dikin.”

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lalişê eşkere jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeyek ji bo çêkirina dadgeheke hevpar amade kiriye, ku ji dadwerên navxweyî û navdewletî pêk tê, ji bo ku kar bi tawanên navdewletî re bikin û doza jenosîda Êzidiyan pêş bixin. Hikûmeta Îraqê jî rê li bicihanîna wê pirojeyê girt. Eger ew rêgirî neba, niha doza Êzidiyan dê li qonaxeke pêştir ba.”

Seîd Cirdo ron jî kir, “Heta niha çarenivîsa hezar û 500 Êzidiyan diyar nîne. Ji 94 gorên bikom, heta niha 61 gorên bikom hatine vekirin û kesûkarên wan li benda encamên pişkinînên wan rufatan in, ji bo ku bên veşartin. Hikûmeta Îraqê rê li rêkxistina UNITADê girt ku karê xwe bike, ku wê rêkxistinê li ser doza Êzidiyan lêkolîn dikirin.”