Zêdetirî 200 perçeyên çekî ji fewceke serbazî ya Îraqê hatine dizîn

Hêzeke artêşa Îraqê
Hêzeke artêşa Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke Ewlehiyê ya Îraqê amajeyê dide, bi dehan perçeyên çekî ji fewceke artêşa Îraqê li rojavayê Îraqê hatine dizîn û lijneyek li ser wê yekê hatiye pêkanîn.

Çavkaniyeke Ewlehiyê ya Îraqê duhî (Pêncşem, 29.08.2024) ji medyayan re gotiye, dizî ji fewceke artêşa Îraqê li rojavayê wî welatî hatine kirin.

Wê çavkaniyê ron jî kir, zêdetirî 200 Kilaşînkof û 16 demanceyan ji wê fewca artêşa Îraqê hatine dizîn.

Çavkaniya navbirî eşkere jî kir, li dû wan zanyarên bi dest wan ketine, ev dizî di dema salekê de di mehên cuda cuda de hatiye kirin.

Her eynî çavkaniyê amaje jî da, eşkerebûna vê mijarê li ser bingeha skalayekê bû, herwesa lijneyek ji bo wê fewcê hatiye birêkirin û ron bûye ku hejmara Kilaşînkof û demanceyan li wê fewcê kêm bûye.