Borrell ji K24ê re: Me bi Fîdan re danûstandin li ser alingariyan kirin

Banka Navendî ya Îraqê
Banka Navendî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê li Amerîkayê peymanekê bi dezgeheke wî welatî re îmza dike, Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê jî armanca serdana wî ji bo Amerîkayê eşkere dike.

Ev çend roj in ku Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê li Amerîkayê ye. Pêştir çi aliyekî fermî behsa wê serdanê nekiribû, vê yekê jî goman peyda kiribûn.

Li dû zanyarên K24ê, Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê bi dezgeheke Amerîkayî re peymaneke demdirêj ji bo çaksaziyan li kertê bankan îmza dike, ji bilî axiftina li ser doza bankên sizadayî û arêşeya şandina dolarê kaş ji bo Îraqê.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Hisên Elawî di nûtirîn pêşhat de di derheqa wê serdanê de amaje da, “Niha pêdaçûn ji bo karên wan bankan hatiye kirin ên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn sizadan û guhertin di awayê karê wan de hatiye kirin, lewma Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê dixwaze baweriyê ji bo Amerîkayê çê bike ku sizayên li ser wan bankan rake.”

Hisên Elawî amaje jî da, “Pêştir Sûdanî jî di serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de eynî daxwazê pêşkêşî Amerîkayê kiribû, niha Elî Elaq dixwaze bersiva wê daxwazê werbigire.”

Navbirî herwesa dibêje, “Hikûmetê rêkarên giring ji bo rêgirtina li derketina dolarî dane ber xwe, wesa jî derxistina dolarî û spîkirina pereyî li Îraqê bi temamî hatiye sinordarkirin.”