Hewlêr di heyama 28 salên borî de bûye navendeke siyasî, dîplomasî û aborî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya bajarê Hewlêrê di heyama 28 salên borî de, bi awayekî zanistî û sûdwergirtina ji ezmûna welatên din, bû sedem ku ev bajar bûye mînaka navendeke pêbawer li cîhanê di warên cuda de.

Pêşkeftina Hewlêrê di 28 salên derbasbûyî de di hemû waran de, bala welatên cîhanê kişandiye ser xwe û ev bajar di warê îdarî, xizmetguzarî û siyasî de, bûye hevrikê gelek bajarên navdar ên cîhanê.

Hewlêr di warê dîplomasiyê de, xwe li kêleka paytextên herî navdar ên Rojhilata Navîn xwe nîşan dide û li ber çavên hêzên cîhanê bûye cihekî stratejîk. Di warê bazirganiyê de, bûye navendeke bihêz a aborî û xaçerêya welatên pîşesazî û kompaniyên cîhanî yên ku di warên curbicur de veberhênanê dikin. Ligel wê jî, ew di şert û mercên zehmet de jî, bajar bûye penageha bi milyonan koçberan.

Handereke din a pêşketina Hewlêrê, vedigere 28 salên derbasbûyî, ku ji bo parastina Hewlêrê ji her destêwerdana derveyî, armancên gumanbar û ajandaya siyasî û daxwazên dijberên Kurd, karî pendên mezin ji rewşên cuda û bûyerên berê werbigire. Ji bo vê yekê jî, di van salan de, xwe spard baştirîn pilan û nexşeyên stratejîk ên cîhanê û roj bi roj Hewlêrê di hemû waran de gavên berferehtir avêtin.

Di warê îdarî de, Hewlêr di van 28 salan de bûye nimûneyeke balkêş a Iraq û herêmê bi giştî, di vê heyamê de çendên gund kirin nahiye, nahiye jî kirin qeza û qaza jî kirin îdareyên serbixwe.

Hewlêr di warê siyasî de hertim cihê kombûna hêzên Îraqî bûye û roleke berçav di çareserkirina gelek pirsgirêkên welat de dîtiye, bi taybetî destpêşxeriyên Serok Barzanî di dema damezrandina hikûmetên li dû hev yên Îraqê de.

Di warê dîplomasiyê de, Hewlêr ji bo gelek welatên cîhanê bûye qonaxeke girîng li herêmê û piştevanî û dostaniya bihêz a hejmareke berçav ji paytextên navdar ên cîhanê bidest xistiye. Welat wê wekî paytexta welatekî serbixwe, ne wekî herêmek federal dibînin. Vê yekê ew kiriye navendek pêbawer û bala veberhênerên herî navdar ên cîhanê kişandiye ser xwe.

Li ser asta xizmetguzariyê, bi berçavgirtina zêdebûna nifûsê û fêrbûna ji pêşketinên cîhanê, tevî hewlên berdewam ji bo rawestandina vê pêşkeftina mezin bi rêya dorpêçkirina aborî û birîna mûçe û bûdceya xelkê, lê proseya avedankirina li Hewlêrê berdewam bû û bi dehan projeyên cuda yên weke rê, avedankirina bajarên nû, dibistan, nexweşxane, av û kanalîzasyon, bendav, cihên geştyarî û pîşesazî hatin cîbicîkirin.

Di warê bazirganî û aborî de, Hewlêr karîbû ji bikarhêner veguhere hilberîner û hejmareke berçav ji berhemên wê gihîştina deverên herî dûr ên cîhanê.

Hewlêr bûye navendeke pêbawer a perwerde û xwendina bilind. Li ser asta tendirustiyê jî, nexweşxaneyên Hewlêrê hertim ji bo gelek nexweşên parêzgehên din ên Iraqê, bûne rizgarker.

Ji aliyê ewlehiyê ve jî, bi sedema aramiya vî bajarî û baweriya bi pêkvejiyana pêkhateyên cuda, Hewlêr bûye nimûneyeke berçav li Iraq û navçeyê bi giştî. Ev hemû pêşketin bi saya rêveberiya hişmend vedigere ku di van 28 salan de hatiye peyrewkirin.