Şêrwan Duberdanî: Em rêyê nadin ku pirojeyek bê qerebûkirina xelkê Kurdistanê derbaz bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike, bi lihevkirina bi aliyên din re bizav kir ku, xwandina duyê ji bo qanûna qerebûkirina zirardîtiyên destê rijêma Beis li Civata Nûnerên Îraqê rawestînin, heta ku mafê qerebûkirina welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bê binecihkirin.

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şêrwan Duberdanî îro (Yekşem, 04.08.2024) ji K24ê re ragehand, daxwaz kiriye ku xwandina duyê ji bo qanûna qerebûkirina zirardîtiyên destê rijêma Beis bê rawestandin û ji xişteya rûniştinê bê derxistin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di wê pirojeyê de nîne ya ku ji Hikûmeta Îraqê hatiye.

Şêrwan Duberdanî herwesa got, “Em dixwazin wekî Îraqê ku ji sala 1966ê heta 2003ê tê qerebûkirin, xelkê zirardîtî yê Herêma Kurdistanê jî bê qerebûkirin.”

Navbirî amaje jî da, “Me nivîsar ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Darayî, Dadgeha Civata Bilind a Îraqê û Sikirtêrê Giştî yê Îraqê araste kiriye, li ser wê yekê kar bikin ku zirardîtiyên Herêma Kurdistanê jî li wê pirojeqanûnê bê zêdekirin, ji ber ku xelkê Kurdistanê nehatiye qerebûkirin. Qebareya qerebûkirina xelkê Kurdistanê jî çend milyar dolar in.”

Endamê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Em dixwazin piştî bersivdana nivîsara me, xelkê Kurdistanê qerebûya xwe ji tayên Herêma Kurdistanê werbigirin.”

Şêrwan Duberdanî tekez jî kir, “Pişka mûçeyên Herêma Kurdistanê peywendî bi mijara qerebûkirinê ve nîne ku rêje jê re bê danan, em rêyê nadin ku ew piroje bê qerebûkirina xelkê Kurdistanê derbaz bibe.”