Welatiyekî Dihokê li Stenbolê bi kêran hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî navçeya Kelekçî ya Dihokê li ber hotêleke Stenbolê bi kêran hat kuştin û birayê wî jî hat girtin.

Li Stenbolê îro 1ê Îlonê çend kesan êrîşî 3 xortên Kurd ên ji navçeya Kelekçî kirin, yek ji wan bi kêran hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Welatiyê di şer de hatiye bi navê Hekîm Luqman e û temenê wî derdora 45 salî ye û bavê 6 zarokan e. Birayê wî ku tevlî şer bûbû jî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Pismamê Hekîm Luqman, mam Ekrem ji K24ê re got: “Hekîm, birayê wî û pismamekî wî bi geştekê li Stenbolê bûn, dema ew li xwaringehê bûn. Hekîm dema bi kurdî bi telefonê diaxivî, ji aliyê çend kesên din ên ku li xwaringehê bûn, rastî êrîşê hat û bi kêran lêdan.”

Herwiha got jî: “Hekîm li ser rêya nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da. Her du kesên ku pê re bûn jî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.”

Hejmarek ji endamên malbata Hekîm Luqman jî ji bo vegerandina termê kurê xwe û lêkolînkirina bûyerê, ber bi Tirkiyeyê ve birê ketin.