Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaza lêkolînê ji bo kuştina welatiyekî Herêma Kurdistanê li Stenbolê dike

Logoya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan
Logoya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê daxwaza lêkolînê ji bo kuştina welatiyekî Herêma Kurdistanê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dike.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 01.09.2024) li ser kuştina welatiyekî Kurd ê xelkê Kelekçiyê peyamek parve kir û tê de got, “Bi mixabinî ve me nûçeya kuştina welatiyekî Herêma Kurdistanê bi navê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bihîst, ku xelkê nahyeya Kelekçiyê ya parêzgeha Dihokê ye.”

Wê desteyê herwesa ragehand, “Li gor gotinên kesûkarên wî, tenê ji ber ku bi Kurdî axiftiye ji aliyê çend kesan ve li kafteryayeke bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê êrîşî wî welatî hatiye kirin.” Herwesa got, “Wê nûçeyê hemî nîgeran kirin û pêşhateke xirab e ji bo welatekî mezin ê wekî Tirkiyeyê, ku wekî welatekî geştyariyê tê naskirin û her sal bi hezaran welatî ji bo geştan û bazirganiyê serdana wî welatî dikin. Ji bo Herêma Kurdistanê jî, Tirkiye welatekî giring û cîran e.”

Tevî şermezarkirina kuştina wî welatî, desteya navbirî amaje jî da ku bi rêya Konsulxaneya Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên diplomasî yên navbera her du aliyan daxwazê dikin ku, Hikûmeta Tirkiyeyê lêkolînê li ser wê rûdanê bike û tometbaran bibîne û bide dadgehê û herwesa bigehîne sizayên wan ên qanûnî. Tevî wê jî, rêkarên pêdivî ji bo parastina geştyar û serdankeran bi cih bîne.

Sê welatiyên xelkê nahyeya Kelekçiyê ya parêzgeha Dihokê li serê sibeha îro (Yekşem, 01.09.2024) bi çend kesan re li ber deriyê hotela Zûrîçê ya Stenbolê bi şer çûn û yek ji wan bi çeqokê hat kuştin.

Navê wî welatiyê Kelekçiyê yê ku di wî şerî de hat kuştin Hekîm Luqman e, karê bazirganiya erebeyan dike, jiyê wî nêzî 45 salan e û babê sê zarokan e.

Her di wî şerî de, bira û pismamekî Hekîm bi çeqokan hatine birîndarkirin, paşî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û paştir hatine berdan, lê bikujê Hekîm û yên ku bi wî re bûn revîn û heta niha nehatine desteserkirin.