Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û şandeke Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hejmareke Êzidiyan dike û pê re dicive. Mîrê Êzidiyan jî bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî dike û çend daxwaziyên Êzidiyan digehîne Serok Barzanî.

Şandeke Êzidiyan bi serperiştiya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Ruhanî ya Êzidiyan bi hejmareke Êzidiyan re îro (Yekşem, 01.09.2024) seredana Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve pêşwaziya wê şandê kir û ji nêz ve haydarî rewşa Êzidiyan bû.

Serok Barzanî herwesa ji wê şandê re got, “Êzidî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne û em dê herdem piştevanên Êzidiyan û hemî pêkhateyên din bin.”

Serok Barzanî herwesa di pareke din a gotinên xwe de got, “Kurdistan cih û welatê hemî pêkhateyên olî û neteweyî ye.”

Mîrê Êzidiyan jî ji aliyê xwe ve bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û çend daxwaziyên Êzidiyan gehandin wî.