Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li binemala Ferîq Elî Osman dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê arasteyî binemala wî dike.

Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 01.09.2024) di behînameyekê de serexweşî li binemala wî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Tekista behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, ez ji dil serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û xebatker dikim û ez hevxemê wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bi hemiyan bide.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê