Jîngehparêzên xwebexş paşmayên geştyaran li Derbenda Ranya kom dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdeyî 100 ciwanên xwebexş ên jîngehdost li Derbenda Ranyayê nêzî 10 ton bermahiyên geştiyariyê kom kirin.

Bi dehan ciwanên xwebexş li Derbenda Ranyayê dest komkirina bermahiyên geştyaran yên li şûn xwe hîştine kirin. Keçeke jîngedost jî dibêje: Divê geştyar hesta berpirsiyariya xwe ya li hember jîngehê bikin.

Jîngehparêz Jala Emirî ji K24ê re ragihand: “Em weke ciwanên Pişderê ji bo pakkirina paşmayên geştyaran hatine Derbenda Ranyayê. Bi rastî ez gelek xemgîn im ku ev hemû zibil li ber avê hatine avêtin.”

Avêtina paşma û zibilan di nav jîngehê de tiştekî metirsîdar e, ji ber ku av, ba û axê pîs dike. Plastîk ku beşa mezin a paşmayan e, bi sed salan li erdê dimînin, zirarê digihîne axê.

Jîngehparêz Sama Husên jî dibêje: “Geştyarên ku tên vir tu berpirsiyariyê nagirin ser xwe û çopê li şûna xwe dihêlin. Bi rastî dîmenek neşîn daye vî cihî. Divê geştyat çopên xwe li vir nehêlin.”

Serokê Rêxistina Ciwanên Raperînê Ehmed Hesen jî got: “Me ji 100 ciwanan xwest ku beşdarî pakkirinê bibin, lê bi 120 ciwanan amadebûna xwe diyar kirin. Tê texmînkirin 9 heta 10 ton paşma berhev bikin.”

Derbenda Ranya ku Zêyê biçûk di navê re derbas dibe û di navbera her du navçeyên Ranya û Pişderê de ye, xwezayeke wê ya xweş heye û rojane gelek kes û geştyar serdana wê dikin.