Mesrûr Barzanî: Em ti carî dest ji xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê merasimek ji bo xelatkirina hejmarek veberhênerên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîmê de pêşkêş kir û got: “Rêz û pêzanîna min ji bo rola berpirsane û niştimanperwer a veberhênerên Herêma Kurdistanê heye ku di van salên dawî de hevkarî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya çaksaziyê kirine, bi awayekî ku sektorên giştî û yên taybet hevdu temam kirine û bi hev re çend projeyên girîng û stratejîk pêk anîne.

Herwiha got: “Di van salên dawî de em rûbirûyî rewşek darayî ya dijwar bûne, li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk ji me re hatin derxistin. Lê belê bi saya Xwedê û bi saya xweragiriya welatiyên xweşewîst yên Herêma Kurdistanê û piştevaniya sermayedaran, me karî em gelek ji wan pirsgirêk û astengiyan derbas bikin û li ser bername û projeyên hikûmetê berdewam bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya sektora taybet kir ku di dema qeyranê de, roleke niştimanperwerî lîstiye û alîkariya hikûmetê kiriye da ku baştir xizmeta welatiyan bike.

Ameje bi wê jî kir: “Armanca me ya sereke pêşxistin û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî bo Herêma Kurdistanê ye, herwiha em dixwazin navçeyên din ên Iraqê jî pêş bikevin. Iraq welatekî dewlemend e, di warê samanên xwezayî, mirovî û madî de û dahateke wê ya mezin jî heye, lê mixabin ji ber nebûna rêveberî û xizmetguzariyên baş, niha welatiyên Iraqê di rewşeke xirab de dijîn.”

Herwiha got: “Rewşa xizmetguzarî û pêdiviyên serekî yên jiyanê li Iraqê di asteke xirab de ye. Mixabin Herêma Kurdistanê berdêla siyaset û reftarên nebaş û ne tendirust dide ku ji aliyê hin kesên li dijî hikûmetê tê kirin ku bi awayekî dadperwerane bi Herêma Kurdistanê re reftar nakin.”

Herwiha got: “Pêşkeftin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye û diviyabû hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê hevrikiyê li ser wê yekê bikira ku kî dikare zêdetir xizmeta welatiyan bike û pirojeyên giring û stratejîk cîbicî bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em ti carî kol nadin û bi piştevaniya Xwedê û hevkariya we, emê li ser bernameyên xwe yên xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê berdewam bin.”