Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Desteya Destpakiyê ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Desteya Destpakiyê ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike û piştevaniya xwe ji bo serkeftina wan di erk û karên wan de diyar dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 04.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke hevpar a Desteya Destpakiyê ya Îraqê û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Desteya Destpakiyê ya Îraqê Dadwer Heyder Henûn û Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer kir.

Di wê hevdîtinê de behsa dawî pilan û pêngavên her du desteyên destpakiyê yên Îraqa Federalî û Herêma Kurdistanê hat kirin, ji bo peydakirina zelaliyê û rûbirûbûna gendeliyê û peydakirina dadperweriyê.

Serok Barzanî rêz ji bo karûbar û bizavên her du desteyan hebû û tevî piştevaniya xwe ji bo wan, daxwaza serkeftinê jî di erk û karên wan de jê re kir.