Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Yekemîn Sempozyûma Suryanan li Niştiman tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê birêve diçe.

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunera Surnayî, Kildo Remzî Oxena ragihand, sempozyûm bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê lidarxistin. Ev yekem konferansa navdewletî ya bi vî rengî ye.

Diyar kir jî, zêdetirî 40 akademîsyen û lêkolîneran ji zêdetirî 25 zanîngehên navdewletî yên navdar ên cîhanê, bi taybetî Harvard, Oxford û Cambridge û hejmarek lêkolîner û akademîsyenên din ji zanîngehên cuda yên Iraqê, beşdarî sempozyûmê dibin.

Da zanîn jî, di sempozyûmê de behsa çand, huner û hunerên dîtbarî, mûzîk, stran, şano û sînemaya Suryanî tên kirin. Herwiha behsa jiyana gundên Suryanî ligel medyaya Suryanî û çawaniya pêşxistina wê tê kirin.”

Oxena got: “Armanca sempozyûmê ew e ku tekezî li ser wê yekê bike ku Suryanî ne tenê zimanekî olî ya kemîneyekê li Rojhilata Navîn e, lê di heman demê de zimanê çandî yê gelê xwecihî di serdema nûjen de ye.

Yekemîn sempozyûma Suryaniyan a li welat, di navbera 5 - 8'ê Îlonê de bi dirûşmeya “Sûryanî Çandeke Zindî ye” birêve diçe. Merasîma vekirinê wê li Salona Konferansê ya Seid Abdullah a li Hewlêrê be, piştre jî li Zanîngeha Katolîk/ Salona Konferansê ya Hewlêrê û Salona Konferansê ya Patrîk Mar Yûsiv 6. a li Manastira Gabriel Denbo ya Ankawayê dê nîqaş bên kirin.