Kasim Ergûn: Li Tirkiyeyê pêla nîjadperestiya li dijî geştyaran zêde bûye

Stenbol (K24) – Piştî êrîşên li dijî geştiyarên Herêma Kurdistanê yên li bajarên Tirkiyeyê wekî Trabzon, Mêrsîn û Nisêbînê, kuştina bazirganekî xelkê Dihokê li Stenbolê karvedaneke mezin bi xwe re anî. Hin siyasetmedarên Kurd hişyarî didin geştiyarên Herêm ku li Tirkiyeyê di salên dawî de pêla nîjadperestiyê ber bi bilindbûnê ve ye û divê geştiyarên Herêm ji cih û navçeyên nîjadperest xwe biparêzin. Yasanas jî diyar dikin ku, li gor destûra Tirkiyeyê nîjadperestî qedexe ye û geştiyar dema rûbirûyê êrîşan bûn divê li ser mafên xwe yên yasayî rijd bin.

Di van salên dawî de li Tirkiyeyê êrîşên li dijî geştiyarên Herêma Kurdistanê bûye pirseke diyar û her sal li bajarekî Tirkiyeyê rûbirûyê êrîşan dibin. Herî dawî jî berî çend rojan kuştina bazirganekî Kurd ê bi navê Hekîm Luqman karvedaneke berfireh bi xwe re anî. Siyasetmedar Kasim Ergûn ku ev 30 sal in li Stenbolê dijî û civaka Tirkiyeyê jî ji nêzik ve nas dike dide zanîn ku, di salên dawî de li Tirkiyeyê pêla nîjadperestiyê zêde bûye û lewma divê geştiyarên herêm baldartir bin ji caran.

Siyasetmedar Kasim Ergûn ji K24ê 43 got: “Geştiyarên Herêma Kurdistanê dema tên vir, divê bizanin ku li vî welatî nîjadperestî geş bûye. Divê wê hizrê nekin ku Tirkiye gelek nêzikê Kurdan e. Em li vî welatî dijîn û dibe ku tiştên ku em rûbirû dibin ew nebînin. Herwiha li bajarên bakurê Kurdistanê cihên gelek xwe xweş ên geştiyariyê hene, dikarin biçin wir. Lê heke ji bo bazirganiyê jî tên bajarên Tirkiyeyê, divê hem li dijî nîjadperestiyê hişyar bin hem jî divê beramber bûyerên adlî hoşyar bin û piştî nîvê şevê neçin çi cihî dê baştir be.”

Hin geştiyarên Herêma Kurdistanê dema li Tirkiyeyê rûbirûyê xedir û zordestiyekê dibin, mafên xwe yên yasayî paşgûh dixin. Yasanas jî hişyarî didin wan ku, li gor destûra Tirkiyeyê nîjadperestî qedexe ye û bila geştiyar ser mafên xwe rijd bin. 

Parêzer Sûphî Ozgen dibêje: “Di destûra Tirkiyeyê de nîjadperestî qedexe ye. Çi polîs, çi jî welatiyekî asayî eger neheqîyek û zordestiyek li geştiyarekî kir, divê netirsin û bergiriya mafê xwe yê yasayî bikin. Bila netirsin û nekevin wê hizrê ku, ‘ev der Tirkiye ye û nîjadperestî asayî ye.’ Nexêr li gor destûrê nîjadperestî qedexe ye.”

Serokomariya Tirkiyeyê red kiribû ku kuştina Hekîm Luqman êrîşeka nîjadperestî be. Lê kesûkarên wî jî rijd in ku ew ji ber axaftina Kurdî hatiye kuştin. Sedema wê bûyerê her çi be bila ew be, ya diyar ew e ku li vî welatî êrîşên li dijî geştiyarên Herêma Kurdistanê her sal dubare dibe.