Mesrûr Barzanî: Hikûmet pabend e bi parastin û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera ol û çandên cuda de

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina sempozyûmê de gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina hemû mêvanên sempozyûmê û got: “Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku ew gotubêj û lêkolînên ku di sempozyûmê de bên pêşkêşkirin, bibin sedema zêdetir pêşdebirina çanda Suryanî û di xizameta bihêzkirina giyanê pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên olî û etnîkî li Herêma Kurdistanê de bin.

Herwiha got: “Di dirêjahiya dîrokê de, Kurdistan her tim bûye warê netew, ol û mezhebên cuda. ​​Gelek şaristaniyên cuda yên weke şaristaniyên Sumerî, Akadî, Asûrî û Suryanî û gelek şaristaniyên din li ser xaka Kurdistanê derketine û pêş ketine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Li devera Barzan, di heman demê de mizgeft, dêr û kenîseyên cuda li tenişt hev in. Bawermendên van ol û çandên cuda bi hev re dijîn û cudahiyên hev qebûl dikin”.

Got jî: “Dema êrîş li ser Herêma Kurdistanê dihatin kirin, ti cudahî di navbera ol û çandên cuda de tune bû û hemûyan bi yek çavî li me dinêrîn. Divê em jî wek bira li hember hemû dijwarî û nexweşiyan bibin yek.”

Amaje bi wê jî kir: “Piştî Raperîna Adara 1991ê, hilbijartinên parlementoyê û damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta îro, pêkhateyên Kurdistanê roleke berçav di jiyana siyasî, çandî û civakî ya Kurdistanê de lîstine.”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi parastin û pêşxistina pêkvejiyana hevbeş ku yek ji taybetmendiya Herêma Kurdistanê ye, em bi serbilindî berevanî û parastina vê çanda ciwan dikin û emê rûbirûyê her cure hizra tundrew û cudekariyê bibin.”

Amaje bi wê kir: “Di van demên dawî de hewl hat dayîn ku mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hin hêzên navxweyî û saziyên federal ve bên binpêkirin, me bi hemû hêza xwe rûbirûyê van hewldan û planan bû û di dawiyê de hinek mafan ji dest hatine standin, hatin vegerandin. Di xula bê ya Parlamentoya Kurdistanê de, em hêvîdar in ku maf û nûneratiya pêkhateyên Kurdistanê di warên parlemanî û îdarî yên Herêmê de bi awayekî hêjatir bên çespandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Hêvîdar im ku em bi hev re kar bikin, ji bo zêdetir geşkirin û xurtkirina giyanê pêkvejiyanê, çespandina aştî, tebayî, prensîbên demokratîk, hevduqebûlkirin û rêzgirtina ji nirxên pîroz re, ku welatê me zêdetir pêşde bibe û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêze.”

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de jî got: “Careke din destxweşiyê li we dikim ji ber lidarxistina van konferansan û em soz didin ku wek her tim, em girîngiyê bidin ziman û çanda Suryanî û kultur û çanda hemû pêkhateyên Kurdistanê. Gelek spas ji bo amadebûna we, bila hûn şad û serketî bin û welatê me jî her avedan be.”