Kesayetiyên olî yên Sûryanan Mertalê Rûmetê pêşkêşî Serokwezîr kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Îlonê Yekemîn Sempozyûma Suryanan li Welat, li Hewlêrê hat lidarxistin. Di merasîmê de kesayetên olî yên Suryanan Mertalê Rûmetê pêşkêşî serokwezîr kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina sempozyûmê de di gotarekê de got: “Di dirêjahiya dîrokê de, Kurdistan her tim bûye warê netew, ol û mezhebên cuda. ​​Gelek şaristaniyên cuda yên weke şaristaniyên Sumerî, Akadî, Asûrî û Suryanî û gelek şaristaniyên din li ser xaka Kurdistanê derketine û pêş ketine.”

Herwiha got: “Hêvîdar im ku em bi hev re kar bikin, ji bo zêdetir geşkirin û xurtkirina giyanê pêkvejiyanê, çespandina aştî, tebayî, prensîbên demokratîk, hevduqebûlkirin û rêzgirtina ji nirxên pîroz re, ku welatê me zêdetir pêşde bibe û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêze.”