Lêkolîn: Li Tirkiyeyê neteweperweriya kurdî bilind dibe

Stenbol (K24) – Li gor lêkolîneka li Tirkiyeyê, netweperweriya Kurdî li wî welatî bilind dibe. Ji sedî 34ê beşdarên lêkolînê xwe wekî netweperwerên Kurd didin naskirin ku ev rêje di salên borî de gelek kêm bû. Piraniya kesên ku xwe wekî netewepwer dibînin jî ciwan in. Li gor şîrovekarên siyasî destkeftiyên siyasî û netewî yên li Herêma Kurdistanê yek ji sedemên diyar e ku neteweperweriya Kurdî li Tirkiyeyê geş bibe.

Neteweperweriya Kurdî li Tirkiyeyê ber bi geşbûnê ve ye. Di lêkolîneka Navenda Saziya Lêkolînê ya Spectrum House ku li neh bajarên bakurê Kurdistanê û sê bajarên Tirkiyeyê digel hezar û 508 welatiyên Kurd hatiye kirin de eşkere bû ku Kurd herî zêde xwe wekî neteweperwer didin naskirin. Rêjeya Kurdên ku ji xwe re dibêjin neteweperwer ji sedî 34, yên xwe wekî muhafazakâr dibînin ji sedî 23, rêjeya Kurdên sosyalît jî ji sedî 19 e.

Rêveberê Giştî yê Spectrum House Dr. Azad Bariş ji K24ê re got: “Wetanperweriya Kurdî bi awayeke diyar bilind dibe ku rêjeya wê ji sedî 35 e. Ev kes dibêjin “Em neteweperwerên Kurd in. Ya herî balkêş a di mijarê de piraniya kesên ku xwe wekî neteweperwer didin naskirin nifşê “Z” ye. Ev nifşê nû xwe li ser Kurdayetiyê îfade dike ku balkeştirîn encama lêkolîna me bû.”

Bûyer û pêşhatên di salên dawî yên li çar parçeyên Kurdistanê rû didin û bi taybet destkeftiyên siyasî û netewî yên li Herêma Kurdistanê wisa kiriye ku hişmendiya netewî di nava Kurdên Tirkiyeyê de jî pêş bikeve. Şîrovekarên siyasî didin zanîn ku, encamên vê lêkolînê peyameke bihêz e bo siyaseta Tirkiyeyê jî siyaseta Kurdî jî.

Şîrovekarê Sîyasî Mehmet Gûl got: “Bûyerên 30-40 salên dawî yên bi ser Kurdan de hatine hestiyariyeke netewî da dirûstkirin. Ev hestiyarî jî neteweperweriya Kurdî pêş xist. Paşê têkoşînên netewî yên li parçeyên din bi taybet pêşhatên li Herêma Kurdistanê yên piştî salên 2000an sedemeka din a girîng e bo pêşveçûna neteweperweriya Kurdî. Herwiha mirov dikare bêje neteweperiya Kurdî li dijî fişarên Tirk, Ereb û Farisan wekî helwesta nerazîbûnê bilind dibe.”

Ev lêkolîn eşkere dike ku siyaseta DEM-Partiyê ya Tirkiyeyîbûnê û siyaseta HUDA-Parê ya Îslamîbûnê di nava civaka Kurdî de serneketiye û netewepweriya Kurdî bi rêjeyeka diyar ketiye li pêşiya hemû îdeolojiyan. Fişar û qedexeyên vê dawiyê yên li dijî zimanê Kurdî jî di demên pêşde dikare vê rêjeyê bilindtir bike.