Platforma Zimanê Kurdî: Divê di destûrê de mafê perwerdehiya bi kurdî were nasîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî bi boneya destpêkirina serdema perwerdehiya Tirkiyeyê bi civîneke çapemeniyhê bang kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî were nasîn. Herwiha platformê bang li civaka kurd û bi teybetî li siyasetmedar û karsazên kurd kir jî, di jiyana xwe ya rojane de zimanê kurdî bikin zimanê yekem.

Di 9ê îlonê roja duşemê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê serdema nû ya perwerdehiyê ya 2024-2025ê dest pê dike. Bi vê boneye jî Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê bal kêşand ser rewşa bi milyonan zarokên kurd ku ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Platforma Zimanê Kurdî bang kir ku divê êdî dewlet bi awayeke fermî mafên ziman ên kurdan binase û bangek li civaka kurd jî hate kirin ku divê kur dli hemu qadên jiyanê zimanê xwe yê yekem bikin zimanê kurdî.

Berdevkê Platforma Zımanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Dibêjin em birayê hev in lê mafê herî bingehîn ku mafê zimanê nas nakin, eger mafê herî bêguneh neye nasîn wê demê bawerî bi siyaseta wan jî nayê. Divê hemu kurd zimanê xwe yê serdest bikin zimanê kurdî.”

Siyasetmedarên kurd jî bang li dewletê kirin ku divê êdî dewlet zimanê kurdî ji xwe re wek gefekê mebînin ku di cîhanê de gelek mînak hene ku dema hijmara zimanên fermî ji 1ê zêdetir be, ev yek zirarê nade dewletê û têgihiştina pêkvejiyanê jî xurttir dike.

Seroka Şaxa Diyarbekirê Partiya Herêmên Demokratîk a Sultan Yaray jî got: “Divê dewlet dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde ku  zimanê kurdî zirarê nade dewletê, mînaka Swîsreyê heye ku serjimêriya wê 8 milyon e û 4 zimanên fermî lê hene. Serjimêriya welatê Swîsreyê 8 milyon e lê 4 zimanên fermî lê hene û ev yek ti zirarekê nade dewletê jî. Divê dewleta Tirkiyeyê bizane ku zimanê kurdî zirarê nade dewletê. Divê mafên kurdan ên ziman were nasîn. Nenasîna mafê ziman zilm e û tundiyek dijî zarokan e.”

Platforma Zimanê Kurdî 3 banga dike ku tê xwestin di desturê de mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî were nasîn, peymana neteweyên yekgirtî a mafên zarokan were cîbicîkirin, bi awayeke fermî saziya zimanê kurdî were avakirin.