Piştî 19 rojan ji lêgerînê termê Narîna 8 salî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 19 rojan ji lêgerîna li Narîn Guran a 8 salî ya Diyarbekirî, termê wê îro 8ê Îlonê hat dîtin.

Zaroka Diyarbekirî Narîn Guran a 8 salî ku ji 21ê tebaxê ve serwinda bû, piştî vê bûyerê, lêgerîna li wê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû destpêkirin

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li tora civakî “X” diyar kir, termê Narîn Guran ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hatiye dîtin.

Herwiha di pêvajoya lêgerîn de lêpirsînê de, mamê Narînê jî hatibû girtin, piştî ku lekeyên xwînê di otomobîla wî de hatibûn dîtin.