Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê dike

Serok Barzanî û Bedir Mehmûd Fehil
Serok Barzanî û Bedir Mehmûd Fehil

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê dike û pê re tekezê li ser hevahengî û peywendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 08.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Parêzgerê Selahedînê Bedir Mehmûd Fehil û şanda pê re kir.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û jîn û jiyara welatiyan li parêzgehên naverasta Îraqê li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan herwesa tekez li ser hevahengî û peywendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê dike.