Alîkariyên darayî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê hatin parvekirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Sûka Qeyseriya Hewlêrê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Sûka Qeyseriya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser ferman û raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, alîkariyên darayî li ser zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê hatin parvekirin. Parêzgerê Hewlêrê jî radigehîne, “Bi awayekî gelek baş kar li ser piroseya nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê tê kirin, em hêvîdar in bi zûtirîn dem karên wê bidawî bên û vegere ser rewşa caran û hûn jî vegerin ser kar û kesabeta xwe.”

Îşev (Yekşem, 08.09.2024) di merasîmekê de ku Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Wezîra Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Vala Ferîd û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsa Ehmed tê de amade bûbûn, li ser ferman û raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariyên darayî li ser zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê hatin parvekirin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di nav wê merasîmê de ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo eşkerekirina bikerên tawana şewitandina Sûka Qeyseriya Hewlêrê û alîkarîkirin û piştevanîkirina kedkaran ji her aliyekî dilgermtir bû. Spas ji Xudê re tawanbar niha hatine desteserkirin û nasnameya wan eşkere ye. Niha jî dest bi alîkarîkirina we hatiye kirin.”

Umêd Xoşnaw di derheqa nûjenkirina wê sûkê de jî got, “Bi awayekî gelek baş kar li ser piroseya nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê tê kirin, em hêvîdar in bi zûtirîn dem karên wê bidawî bên û qeyserî vegere ser rewşa caran û hûn jî vegerin ser kar û kesabeta xwe.”

Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xema we tevan de bû û ji nêz ve lidûçûn ji bo kar û baran dikir, herwesa berdewam hemî aliyên peywendîdar raspartine ku, piroseya çarekirin û nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê bileztir bikin û bizav bê kirin ku ew sûk zû bê vekirin.”

Piştîwan Sadiq tekez jî kir, “Belge jî ji bo wê yekê ew e ku wî cara dawiyê serdana wê sûkê kir, li wê hêviyê ne ku bi zûtirîn dem karên nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê bidawî bên û hûn jî vegerin ser kar û kesabeta xwe.”