Ronkirinek ji Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Wezareta Navxwe
Wezareta Navxwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 08.09.2024) ronkirinek parve kir, ev jî tekista wê ye:

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Îraqê di çavpêkeftineke tilevizyonî de tometeke bêbingeh arasteyî Herêma Kurdistanê dike û careke din bordûmankirina xelkê sivîl li Hewlêrê bi bergirîkirina ji xwe li beranberî Israîlê ve girê dide. Em wan hemî tometên bêbingeh û derew û bêbextiyan bi tundî red dikin, ku pêştir jî arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin, herwesa lijneyeke bilind ji Hikûmeta Îraqa Federalî serdana wan cihan kir ên ku hatibûn bordûmankirin û tometên wan bêbingeh derketibûn û hatibûn redkirin.