Heyder Şeşo: Grûpên neyasayî yên li Şingalê çek û mûçeyên xwe ji hikûmeta Iraqê werdigirin

Heyder Şeşo
Heyder Şeşo

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo radigihîne: “Mixabin heta niha jî %60ê xelkê resen ên Şingalê aware bûne û hêzên ku Iraq wan neyasayî dibîne, bi xwe mûçe û çekan dide wan.”

Heyder Şeşo ji K24ê re got: “Ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, heta niha ti gavên cidî nehatine avêtin. Ya ku hatiye kirin ew e ku nêzîkî 1500 xelkê resen ê Şingalê di nav hêzên ewlehiyê yên Iraqê de cih digirin, lê ti desthilat û piştevaniya wan nîne.”

Herwiha got: “Di dema ku îro 3ê Tebaxê dehemîn salvegera dagîrkirina Şingalê ye, hemû berpirsên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa asayîkirina rewşa Şingalê û cîbicîkirina rêkeftinê dikin, lê mixabin li ser erdê ti gavên pratîkî nehatine avêtin.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê got: “Îro di 10 saliya dagîrkirina Şingalê de, Parlamentoya Iraqê guftûgoyê li ser yasaya lêborîneke giştî dike. Dibe ku beşek ji wan kesên destên wan di xwîna welatiyên Iraqê û Êzidiyan Iraqê sor bûne, bên efû kirin.”

Derbarê hebûna gef û grûpên çekdaran li nava Şingalê de, Heyder Şeşo got: “Hêzên neqanûnî yên ku hikûmeta Iraqê daxwaza derketina wan ji Şingalê dike, di heman demê de mûçe û çekan ji hikûmeta Iraqê werdigirin. Ev hêz di bin fermandarî û desthilata hêzên fermî yên Iraqê de kar dikin û xalên wan ên çavdêriyê yên hevbeş hene.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê got: “Heman hêzên ku Iraq wan neqanûnî dibîne, berî du rojan Ofîsa Karûbarên Şaristanî ya Şingalê veguhastin bajarokê Beacê, tenê ji ber ku welatiyên Êzîdî û xelkê resen ên Şingalê neçar bibin ku li destên wan binêrin. Ji ber gelek kiryar û reftarên din ên hikûmeta Iraqê, vegera xelkê resen ê Şingalê nikarin vegerin. Heta niha xizmetkirina xelkê Şingalê nebûye armanca kar û projeyên hikûmeta Iraqê.”