Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê: Giring e projeya “Hejmara Min” berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9î Îlonê pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsen El-Ellaq kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser çaksaziyên di warê bankî li Herêma Kurdistanê de û amaje bi projeya (Hejmara Min) kir ku zêdetir ji nîv milyon karmendên sektora giştî hatine tomarkirin û Tê pêşbînîkirina ku meha bê mûçeya 200 hezar kesî bi rêya Hejmara Min bê dayîn.

Her du alî li ser giringiya berdewamiya projeyê û piştgirî û çavdêriya banka navendî hevnêrîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Parêzgarê Banka Navendî kir bo piştevaniya wî ya taybet ji Hejmara Min û çaksaziyên bankî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Herwiha behsa geşekirina daxwaza saziyên darayî yên navxweyî û navdewletî jî bo hevahengî û piştevaniya li stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê darayî de kir.

Lezkirina giştgîriya darayî li Herêma Kurdistanê wek beşek ji armancên stratejîk ên Banka Navendî ya Iraqê û pêngavên dîjîtalkirina bankayan, mijareke din a hevdîtinê bû.