Mesrûr Barzanî: PDK bihêz be, Kurdistan jî bihêz dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta pêşkêşkirina dawî pêşhatên siyasî û nirxandina rewşa niha û zelalkirina kar û gavên pêşerojê, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlonê li bajarê Hewlêrê, bi hejmarek ji kadroyên liqên 2, 16, 23 û 24 yên PDKê re civiya.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Mesrûr Barzanî, di civînê de ku berpirs û endamên desteya kargêrî û hejmarek ji endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya PDKê amade bûn, Cîgirê Serokê PDKê tekez kir, PDK weke partiyeke berpirsyar û nûnerê rast ê doza rewa ya gelê Kurdistanê, her wek çawa berê, niha jî cihê hêvî, bawerî û dînamoya parastina Kurdistanê û aramiyê bûye, bi heman awayî bi rêbertiya (Serok Mesûd Barzanî) bi xwebaweriya temam û piştevaniya Xwedêyê mezin û bi mêrxasî û dilsoziya hemû kadro, endam, alîgir û gelê dilsozê Kurdistanê, ji bo zêdetir parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêşxistin û berdewamkirina çaksaziyan, dê xebat û têkoşîna xwe berdewam bike.”

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Divê rêhevalên PDK'ê ji her kesî zêdetir hest bi berpirsyariya xwe ya mezin a li ser milê xwe bikin û di pratîkê de tekez bikin bo Kurdistaneke bihêz, aramtir, pêşketî û rêveberiyeke xizmetguzarî ve, gav bavêjin.”

Cîgirê Serokê PDKê dibêje: “Pêwîste PDK bi piştgiriya gel bi hêz be û di asta wê baweriya ku gelê Kurdistanê dayê de be ku di proseyên demokratîk de cemawerê Kurdistanê dide PDK’ê û parastina aştî û aramiya civakî ya gelê Kurd, erkê kadroyên PKDK’ê ye û di ew di asta vê berpirsyariyê de bin, ji ber ku bihêzbûna PDKê, bihêzbûna Kurdistanê ye.”