Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Alina Romanowski
Mesrûr Barzanî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re tekez dike, “Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî pakij û zelal bên kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 09.09.2024) pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Tewerekî serekî yê civîna wan girêdayî danûstandinên li ser amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, “Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî pakij û zelal û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî binpêkariyan bên kirin.”

Di pareke a wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da rûniştinên Civata Wezarî ya Îraqê ji bo karûbarên aborî li Hewlêrê, ku danûstandin bi awayekî vekirî û erênî hatin kirin û encamên wê dê di berjewendiya welatiyên me de bin.