Qamişlo.. Welatî gazinan ji buhabûna nirxê mirîşkan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nirxê yek kîlo ji goştê mirîşkan li Rojavayê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 50 zêde bûye. Ew giranî nerazîbûn li cem welatiyan peyda kiriye ku dibêjin, karînên wan yên madî kêm in û ji ber bihabûnê, nema dikarin goştê mirîşkan bixwin.

Wek hemû kereste û kelûpelan, nirxê xwarinê jî li Rojavayê Kurdistanê bilind e. Di heyama 2 hefteyên derbasbûyî de, nirxê yek kîlo goştê mirîşkan % 50 zêde bûye ku niha bûye 43 hezar lêreyên sûrî.

Dayika Dilo dibêje: “Piraniya milet, ez jî yek ji wan, me ji zû de mirîşk nekirîne. Em nizaninev bihabûn ji kû ve tê û çima wiha dibe. Em nizanin gazinan ji bazirganan bikin yan ji dikandaran bikin. Barê miletê me gelekî giran e.”

Rêveberiya Xweser hawerdekirina mirîşkan qedexe kiriye, çi ji navxweya Sûriyeyê û çi jî ji Tirkiyeyê. Di heman demê de, pileyên germahiyê û bilindbûna nexweşiyan di nav mirîşkan de, nirxê wan bilind kiriye.

Firoşkar Bavê Eyhem dibêje: “Ev 4 roj min ev mirîşk anîne, 4 roj hîn jî nehatine firotin, xelk tên dipirsin kîlo bi çend e, pişta xwe didin me û dimeşin, ti kes nakire, karînên xelkê nînin, giranî ne di destê me de ye em jî bi giranî dikirin.”