Yehya Resûl: Em gihiştine qonaxeke nû derbarê erkê paşerojê yê Hevpeymaniya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê got, komîteyên hevbeş ji bo diyarkirina rola nû ya Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê gihîştine qonaxeke nû ya danûstandinan, ew jî mijara guhertin û veguheztina erkê hevpeymanan e di pêşerojê de.

Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, “Rêkeftineke me ya ewlehî û leşkerî ligel Amerîkayê heye û emê di çarçoveya wê rêkeftinê de, ligel Washingtonê tevbigerin.”

Resûl diyar kir jî, wan heta radeyeke mezin ji bo danîna sînorekê ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî û şêwirmendên biyanî li Iraqê, bi ser ketine. Herwiha got jî: “Daxuyaniya hikûmeta Iraqê piştî êrîşa li ser Heşda Şeibî li Curf û El-Sexrê zelal e û rastiyên ku hatine kirin û çi qewimîne nîşan dide.”

Firokeyên şer ên Amerîkayê şeva roja 30î Tîrmeha borî baregehên komên çekdar ên Iraqî li devera Curf el-Sexir a parêzgeha Babîlê bombebaran kiribûn. Piştî êrîşê jî Yehya Resûl ragihand, binpêkirinên metirsîdar û nehesabkirî, heta asteke mezin hewl û mekanîzma û xebatên hevbeş ên ewlekarî yên şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê, têk dibin.

Ji aliyê xwe ve jî, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ji K24ê re ragihand, ew êriş bi armanca têkbirina çend gefên çaverêkirî li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bû.