Serokkomarê Îranê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 12ê Îlona 2024an gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve tê pêşwazîkirin.

Biryar e Pizîşkiyan li Hewlêrê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Ev yekemîn serdana Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye piştî destbikarbûna wî wek Serokkomarê Îranê.

Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê danê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin.”

Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lewma her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.