Serokkomarê Îranê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re civiya.

Biryar e piştî hevdîtina li gel berpirsên Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Îranê bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro danê sibê gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê gihîştibû Bexdayê û bi awayekî cuda li gel  Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û berpirsên din ên hikûmet û partiyên Iraqê re civiyabû.