Berpirsên Herêma Kurdistanê ji Pizîşkiyan re: Em aştî û aramiyê li navçeyê dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û berpirsên Herêma Kurdistanê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Îlonê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.

Serokkomarê Îranê li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Piştre jî bi awayekî cuda li gel Serok Mesûd Barzanî civiya.

Jêderekî pilebilind ji K24ê re ragehand, di hevdîtina di navbera Serokkomarê Îranê û berpirsên Herêma Kurdistanê de, “peywendiyên dîrokî, aborî, bazirganî û çandî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.”

Li gor zanyariyên wî jêderî, berpirsên Herêma Kurdistanê ji Serokomarê Îranê re gotine, Herêma Kurdistanê aştî û aramiyê li navçeyê daxwaze.

Ev yekemîn serdana Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye piştî destbikarbûna wî wek Serokkomarê Îranê.

Pizîşkiyan duhî 11ê Îlonê danê sibê gihîştibû Bexdayê û di kongreyeke rojnamevanî de got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş in û emê wan baştir bikin.”

Herêma Kurdistanê û Îran hevsînor in û sê deriyên fermî di navbera wan de hene, lewma her du alî hewla pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de didin.