Serok Barzanî pirtûka “Mam û Zîn” pêşkêşî Serokomarê Îranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Îlonê pêwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir û pirtûka Mem û Zînê wek diyarî pêşkêşî wî kir.

Mam û Zîn çîroka evînê ya xemgîn a ciwanekî bi navê Mam û keçekê bi navê Zîn e. Helbestvanê kurd Ehmedê Xanî li ser çîrokeke rast ew bi kurdî, bi zaraveyê kurmancî kiriye destaneke giranbiha û dirêj.

Ehmedê Xanî bûyerên çîroka Mem û Zînê bi zêdeyî 2550 rêzikên helbestê nivîsandiye. Mam û Zîn a Xanî, yek ji girîngtirîn berhemên wêjeya kurdî ya klasîk e. Cara yekem di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Helbestvan û nivîskarê kurd Hejar jî wergerandiye kurdiya naverast.