Sêyemîn Festîvala Helbesta Kurdî li Merîwanê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Helbesta Kurdî ya salane li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya 40 helbestvanan birêve çû û helbest bi hemû zaravayên kurdî hatin xwendin.

Sêyemîn Festîvala Helbesta Kurdî ya salane li bajarê Merîwanê bi navê “Ta Zirêbar û Dêrrik” hat lidarxistin. Helbestvanên her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên Xorasanê bi hemû zaravayên Kurdî helbestên xwe xwendin.

Helbestvanê Xorasanî Yûsif Brîmanlû got: “Ez bi helbesta kurdî ya Xorasanê ya sê beyt û çarîne û helbestên gelêrî beşdarî festîvalê bûm, lê ji ber zalbûna zaravayê kurmancî li ser helbesta du beytî, min kar zêdetir li ser wê kir."

Helbestvanê Îlamê Şeban Mîrzabeg dibêje: “Em Kurd bi hemû zaravayan li vir kom bûne, da ku em peyv, ferheng û helbestên xwe tekelî hevdu bikin û bipêş ve bibin.”

Ji bo festîvalê 170 kesan berhemên xwe pêşkêş kirin û di nav wan deberhemên 40 helbestvan ji bo xwendinê hatin hilbijartin.

Endamê Desteya Hilbijartina Berheman Mihemed Sidîq Kerîmî got: “Me hewl da ku di vê festîvalê de hemû zaravayên Kurdî hebin. Îsal li gorî salên borî, berhem zêdetir ji me re hatin şandin, bi taybetî ji aliyê helbestvanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û me 40 berhemên helbestî li gorî nirxandinên zanistî hilbijartin.”

Helbestvanê Mehabadê Qasim Tabak jî dibêje: “Ji Îlamê heta Kirmaşanê heta Kurdên Xorasanê hemû zarava beşdar bûne, ji bo şêwaz û pîvanên helbestî yên hevdu nas bikin.

Di dawiya festîvalê de xelat ji bo hemû beşdaran hatin dayîn û çar xelatên taybet ji bo navendeke çandî û sê kesayetan hatin dayîn, ji wan xelata wergerê ji bo Mihemed Rezmezanî, xelata helbestê ji bo Salih Sûzenî û xelata hunerî ji bo Beşîr Nezerî û Xelata Kilturî ji bo Navenda Çanda ya Vejînê.