Rêxistina PDK-Sê ya Efrînê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye (PDK-S) û Şaxa Efrînê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan – Rojava, şahiyek ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî yên Efrînê lidar xistin.

Di ahengê de, zêdetir ji 80 xwendekarên xort û keçên serkeftî yên ku bawernameyên pola neh û bekeloryayê bidest xistine, hatin xelatkirin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Horo Osman ji K24ê re got: “Rêxistina PDK-Sê ya Efrînê bi hevahengiya bi Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistan – Rojava re, me îro 82 xwendekarên polên nehan û bekeloyayê yên serkeftî xelat kirin.”

Herwiha Osman got jî: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ENKSê dikin ku îro bi me re li vê ahengê beşdar bûn. Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku her dem hevkariyê bi xwendekaran re dikin.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê diyar kir jî, merasîma xelatkirina Xwendekaran bi beşdariya hejmarek mezin ji malbatên xwendekaran û hejmarek komên hunerî yên folklorî hate kirin.