Piştî 7 salan.. PDK baregeha xwe rêxistinê li Kerkûkê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bûyerên 16ê cotmehê, cara yekem e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) baregeha xwe ya rêxistinê li Kerkûkê û baregeha navçeyê jî li Xurmatû vedike.

Berdevkê Buroya Rêxistina Kerkûkê ya PDKê Mehdî Kakeyî îro 14ê Îlonê ji K24ê re ragihand: “Bi biryara Serok Barzanî û di çarçoveya rêkeftina di navbera PDK û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, piştî 7 salan careke din Bergeha Rêxistina Kerkûkê ya PDKê ku berê Encûmena Serkirdatiya Kerkûkê bû, dê li Kerkûkê were vekirin.”

Di civîna 26'ê Cotmeha 2023'an de, ji bo parastina giyanê yekîtî û aramiyê li bajêr, Komîteya Navendî ya PDKê biryar da ku baregeha berê ya Encûmena Serkirdatiya xwe li Kerkûkê, weke diyarî pêşkêşî pêşkêşî zanîngeha Kerkûkê û xwendekarên bajêr bike.”

Mehdî Kakeyî got jî: “Heta niha jî dîroka vekirina baregehê ne diyar e. Em li avahiyekê digerin ku bibe baregeha rêxistina me ya li Kerkûkê. Piştî destnîşankirina avahiyê û temamkirina rêkaran wê, Serok Barzanî dê roja vekirina wê diyar bike.”

Roja yekşemî 04.11.2023an, bo yekem car piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) Liqê xwe yê Sêyem li bajarê Kerkûkê vekir û dîsa dest bi xebatên xwe yên partîtiyê kir.

Berdevkê Buroya Rêxistina Kerkûkê ya PDKê da zanîn hî: “Me biryar da ku piştî bûyerên 16ê cotmehê, yekem car navenda xwe li navçeya Xurmatûyê vekin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê ve hatibû dagîrkirin û rê li ber vegera wê partiyê hatibû girtin ku kar û barên xwe yên siyasî li wî bajarî bike.