Erdogan: Bi hinceta kuştina Narînê Kurd hatine armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê ragihand, “bi hinceta kuştina Narînê, Kurd hatine armanckirin, ev bêwijdanî û durûtî ye.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duhî êvarê beşdarî bernameya Hefteya Mewlûdê Nebî bû û tê de li ser kuştina zaroka Diayrbekirî Narîn Guran axivî.

Erdogan got: “Hin aliyan xwastin kuştina Narîn Guran ji bo jihevdûrxistina civakê bikar bînin. Bi hinceta vê kiryara hovane, birayên me yên Kurd hatin armanckirin. Ev bêwijdanî û durûtî ye.”

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê got, kuştina zarokeke heşt salî kirine amûreke siyasetê û nabe li ser bûyereke wiha saziyên olî û kurd werin armanckirin.

Zaroka Diyarbekirî Narîn Guran a 8 salî ku roja 21ê tebaxê ve serwinda bûbû, roja 8ê Îlonê termê wê hatibû dîtin ku bi awayekê hovane hatibû kuştin.

Li ser vê bûyerê û di çarçoveya lêkolîn û lêpirsîn de, dayîka Narînê jî di nav de û piranî ji malbata wê, 10 kes hatibûn girtin.

Kuştina Narîn Guran Tirkiye hejand û zêdebûna sûcên li dijî zarokan di salên dawî de jî anî rojevê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di nava 8 salan de sûcên tundiyê yên li dijî zarokan, du qat zêde bûne.