Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 şûnwarên olî li Zaxoyê nûjen dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayê yek milyar û 120 milyon dînar du cihên pîroz ên kurdên Êzîdî û Xiristiyanî li Zaxoyê nûjen dike. Bi temambûna van her du projeyan, Zaxoyê dê bibe sedema kişandina geştiyariya olî.

Serpereştyarê projeyê Ebdulselam Ehmed ji K24ê re ragihand: “Projeya ku em nûjen dikin, avakirina kafêtêrya, hemam, kepir û baxçeyekî mezin li Dêra Margurgîs e. Herwiha çakkirin û rêkxistina kaniya Dêrabûnê û şanoya Romî ye.”

Diyar kir jî, Dêra Margorgîs e ku xwedî dîrokeke kevnar e, peyrewên Xiristiyan ji Herêma Kurdistanê û Iraqê li Ewropa û A