Mîrê Êzidiyan jidayikbûna Pêxember li Mislimanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn, hêvî xwast ku salvegera roja jidayîkbûna Pêxember bibe helkeftek ji bo bihêzkirina biratî, hezkirin û pêkvejiyana hemû mirovahiyê.

Mîr Hazim Tehsîn bi boneya salvegera roja jidayikbûna Pêxember (s.x) peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de ragihand, “Ji dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî dikim.”

Herwiha got: “Ez hêvîdar im ku ev hilkefta bilind bibe hêvana bihêzkirina biratî, hezkirina zêdetir di navbera hemû mirovahiyê de.”

Cejna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) îro li Herêma Kurdistanê û hemû welatên misilman tê pîrozkirin.