Efrîn.. Gundê Kaxirê di bin dorpêç û zordariya çekdaran de dinale

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên grûpa Sultan Silêman Şah (Emşat) gundê Kaxirê yê Efrînê dorpêç kiriye, baceke mezin li ser dar û mal û milkên gundiyan sepandine û hewl didin bi darê zorê destê xwe deynin ser mal û milkên gundiyên koçber.

Gundê Kaxirê yê li navçeya Mabeta ji duhî ve ji aliyê çekdarên Emşatê ve hatiye dorpêçkirin. Li gorî çalakvanên Efrînê, çekdaran li çend kesan dan û çend kes jî girtine. Piştre  jinên gund li hev kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan dane, lê çekdaran bi guleyan kombûna jinan belav kir, di encamê de jî hejmarek jin birîndar bûne.

Êrîşa li ser gundê Kaxirê çawa rû daye?

Fermandarê Grûpa Emşatê Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) pêştir baceke giran (8 dolar li ser her dareke zeytûnê) li ser darên gundiyên koçber bûne û ew dar û zevî bi wekalet di destê xizm û merivên wan de ne, ferz kiribû.

Lê ji ber ku hin wan nekarîne wê bacê bidin, wê grûpê êrîşî gund kir û ji gundiyan xwastine ku hin belgeyekê îmze bikin û tê de li wê yekê mikur werin ku kesên ji gund koçber bûne “endamên Rêveberiya Xweser in” ta ku ew destê xwe deynin ser dar û mal û milkên wan.

Li gorî tomareke dengî ku gihîştiye K24ê, Muxtarê gundê Kaxirê tê de daxwaz ji gundiyên ku mal û milkên xizmên xwe yên koçber îdare dikin, biçin navenda aboriyê ta ku girêbestên îmze bikin û dawî molet jî ji bo îmzekirina wê, îro demjimêr 10:00 sibê bû.

Di vê derbarê de, çalakvanekî ji K24ê re got: “Grûpa Emşat ji kesên ku mal û milkên merivên xwe yên koçber bi wekalet îdare dikin dixwazin ku li ser belgeyan îmze bikin û li wê yekê mikur werin ku ev kesên koçber endamên PKKê û Rêveberiya Xweser ne, ji bo ku çekdarên Emşat bi wê bihaneyê mal û milkên koçberan desteser bike.”

Her li gorî zanyariyên K24ê, grûpa Emşatê yê dora 300 çekdar û hejmarek ji otomobîlên leşkerî û doşka li gund belav kirine û gef û guran li gundiyan dixwe, ji bo wê belgeyê îmze bikin.

Herwiha birayê fermandarê grûpa Emşatê, Ebû Sîracê jî mala endezyar Adil Ebdo ya li gundê Kaxirê ji xwe re kiriye baregeheke leşkerî.

Alozî li gundê Kaxirê het niha jî berdewam e û ji duhî ve pêwendî û tora internetê li ser gund hatiye birîn û nayê zanîn çend kes hatine girtin û eşkencedan.

Çalakvanên Efrînê li tora civakî bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî, saziyên yasayî û mafên mirovan dikin ku destêwedanê bikin û van tawanan rawestînin û grûpên çekdaran ji nava gund û bajaran derxînin.