11 rêxistinên sivîl û mafê mirovan daxwaza derxistina grûpên çekdar ji Efrînê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – 11 rêxistinên sivîl û mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê daxwaza derxistina grûpên çekdaran ji Efrînê dikin û rêveberiya bajêr bi xelkê wê yê resen bê dan.

Derbarê êrîşa çekdarên grûpa Emşat li ser gundê Kaxirê de, 11 rêxistinên sivîl û mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Wan 11 sazî û rêxistinan di daxuyaniyê de gotin: Çekdarên El-Emşat hejmarek kes revandin û birin cihekî ne diyar piştî ku hin ji wan red kirin ku belgeyên destberdana ji mal û zeviyên xwe îmze bikin. Di dema de jî, hin ji wan di bin zor û gefan de hatin neçarkirin ku li ser wan belgeyên derewîn îmze bikin.

Nêzîkî 30 jinên Kurd xwenîşandan kirin û daxwaz kirin ku kesên hatine  revandin bên berdan û bacên ku li ser xwediyên zeviyên û dizîna berhemên wan ku ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve di 18ê Adara 2018an de tên kirin, bê rawestandin. Lê xwepêşandana aştiyane ya jinên Kaxirê rastî êrîşa bi guleyan a grûpa El-Emşat hat, ku zêdetirî bîst jin û keç birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Qedexeya derketina derve li ser gund hat ragihandin û birîndar jî hatin revandin bo cihekî nediyar şû tora înternetê li ser gund hat birîn, ji bo ku peywendiya gundiyan bi cîhana derve re qut bikin, ji ber wê jî agahiyên ku ji gundê tên gelekî kêm in.”

Herwiha wan 11 sazî û rêxistinên sivîl daxwaz kirin:

- Dagirkeriya li ser Efrîn û herêmên wê hatiye ferzkirin, bê bidawîkirin.

- Vedigera koçberan li ser mal û milkên xwe û qerebûkirina wan.

- Demildest komên çekdar yên radîkal ji herêmê bên derxistin û rêveberiya bajêr radestî xelkê herêmê yê resen bê kirin.

- Vekirina dosyayên tawanên komên çekdar û pêşkêşkirina wan bo dadgehên navdewletî.