Dema karê Tîma Neteweyên Yekgirtî ya lêkolîna tawanên DAIŞê li Iraqê bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, karê tîma Neteweyên Yekgirtî ya lêkolîna belgeyan û kolandina gorên bikomî yên serdema DAIŞê li Iraqê (UNITAD), îro bidawî dibe.

Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî di meha Adara borî de, bi fermî 17ê Îlonê wekî dema dawî ya karên UNITAD li Iraqê destnîşan kiribû.

UNITAD di sala 2017an de ji aliyê Netewên Yekgirtî ve ji bo komkirina belgeyên li ser tawanên DAIŞê hat damezrandin û hevahengiya wê ya temam ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû û nêzîkî 60 GB belge li ser tawanên DAIŞê radestî wê kirine.

Bidawîbûna karê UNITEDê di demekê de ye, hîn beşek ji qurbaniyên DAIŞê li Iraqê hîn winda ne û hinek jî bi gumana ku di gorên bikomî de hatine veşartin.

Di sala 2014an de, DAIŞê êrişî gelek deverên Iraqê kir û Mûsil û çend deverên din dagîr kirin, bi dehan sivîl kuştin û bi hezaran kesên din jî revandin.

Piştî êrîşên terorîstên DAIŞê, Herêma Kurdistanê mêvandariya zêdetir ji 2 milyon koçberên navxweyî kir. Ji wan heta niha 730 hezar û 930 kes li Herêma Kurdistanê mane û piraniya wan xwişk û birayên Êzîdî ne.

Heta niha 3579 Êzidî hatine rizgarkirin û mehane ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyê werdigirin. Ji kesên rizgarbûyî re jî piştgiriya derûnî ya civakî hatiye kirin û li navenda çareserkirina derûnî ya Duhokê hatine tomarkirin. Herwiha zêdetirî 1200 kesên rizgarbûyî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ji bo çareseriya derûnî bo Almanyayê hatine şandin.